Yildirim dê li gel Karsazên Bakûrê Kurdistanê bicive

Kudetayê zirareke mezin da aboriyê û bi teybetî jî aboriya Bakurê Kurdistanê.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî hewla cunteya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ku li Tirkiyê pêk hatibû bi xwe re gelek encamên neyînî anîn. Vê yekê zirareke mezin da aboriyê û bi teybetî jî aboriya Bakurê Kurdistanê ku ji xwe ji ber şer û pevçûnan di rewşeke xirap de bu gihîşt asteke metirsîdar.

Hewla cunteya leşkerî kar û xebatên sererastkirina aboriya Bakûrê Kurdistanê da sekinandin û razemenî jî hatin paşvekişandin. Karsazên Bakûr jî ji vê yekê bi gilî ne û amaje dikin ku pêwîste hikumet ji bo çareseriyekê projeyek taybet amade bike. Serokê Komele ya Pîşesaz û Karsazên Rojhilatê Başûr Şahîsmaîl Bedîrhanoglû di vê derbarê de dibêje hewce ye ku rayedarên dewletê di vê pêvajoyê de bêhtir nêzikayiyê nîşanê herêmê bidin.

Serokê Komele ya Pîşesaz û Karsazên Rojhilatê Başûr (GUNSİAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglû wiha got: "Em dixwazin demildest deyn û qrêdiyên esnafan werin tehloqkirin û hikumet jî fîrmayan ji bo razmeniyê bişîne herêmê."

Karsazên Bakûr didin zanîn ku eger hewla cunteya leşkerî derneketa holê wan amadekarî dikirin ku di derbarê aboriya Bakûrê Kurdistanê de raportek pêşkêşî serokwezîrê Binalî Yildirim bikin. Lê piştî hewla cunteyê ev xebat têk çû. Serokê Ode ya Esnafên Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglû amaje dike ku eger li potansiyela aboriya Bakûr derkeve holê dê demeke kin de gelek birînên aboriyê werin çareserkirin.

Serokê Ode ya Esnafên Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglû: "Pêwîste ku dewlet di derbarê aboriya herêmê de biryarên radîkal bistîne û gavên ku heta niha nehatine avêtin biavêje. Encax bi vî rengî çareseriyek dikare derkeve holêu."

Li gorî agahiyên Kurdistan24ê dest xistine Serokwezîr Binalî Yildirim ji bo çareseriya Aboriya Bakûrê Kurdistanê ji karsazên herêmê raportek xwestiye û dê demeke nêz de karsazên Bakûr bi serokwezîr re hevdîtineke girîng pêk bînin.