Opozîsyonê operasyona kontirolkirina Heleb bi temamî ragehand

Opoersyon piştî vekirina dorpêçkirina bajêr hat ragehandin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Şeva borî  Ceyş El-Fetih operasyona kontirolkirina bajarê Helebê li bakurê Sûriyê bi temamî ragehand.

Derbarê ragehandina wê operasyonê Şeva borî Ceyş El-Fetih daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku wan hêzeke mezin bo şerê kontirolkirina Helebê amadekirine.

Di daxuyaniyeê de bang li welatiyên sivîl kirine yên di bin desthilata rejîmê de ku armanca wan rizgarkirina wan kesên zordariyê dibînin, herwiha da zanîn ku ew kesên dixwazin ji rejîmê veqetin bila dilê wan xweşbe ku zirar nagehe wan.

Ceyş El-Fetih aşkere kir ku ew şerê xwe narawestînin heta ku bajarê Helebê bi temamî were rizgarkirin û alaya Ceyş el-Fetih li ser keleha Helebê were bilindkirin.