Erdogan: Rûpeleke nû bi hevalê xwe Putîn re vedikim
Bi mebesta vegerandina pêwendiyan piştî xistina firokeya Rûsî, Serokomarê Tirkiyê sibe serdana Rûsyê dike û ligel Serokê Rûsyayê dicive, krîza Sûriyê jî yek ji mijarên hevdîtinê ne.
K24 – Navena Nûçeyan
Bi mebesta vegerandina pêwendiyan piştî xistina firokeya Rûsî, Serokomarê Tirkiyê sibe serdana Rûsyê dike û ligel Serokê Rûsyayê dicive, krîza Sûriyê jî yek ji mijarên hevdîtinê ne.
Li gor ajansa “Tas” ya Rûsî, sibe Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan serdana Rûsyayê dike û li bajarê San Peterdburgê bi Serokê Rûsyayê Vladîmir Putîn dicive.
Erdogan derbarê vê serdanê de got: “Ev serdaneke dîrokî û destpêkeke nû ye. Ez bawer im emê rûpeleke nû di warê pêwendiyan de bi hevalê xwe Vladîmir Putîn re vekin. Gelek tiştên me yên hevbeş li Sûriyê hene.”
Herwiha Erdogan got: “Bêyî beşdariya Rûsya di dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, krîza Sûriyê çareser nabe.
Ev daxuyaniyên Erdogan tên, di demekê de ku her du welat destêwerdanê di krîza Sûriyê de dikin, lê her yek li aliyekî ye, Rûsya piştevaniya rêjîma Sûriyê dike, Tirkiyê jî piştevaniya opozîsyênê.
Piştî xistina firokeya Rûsî li Sûriyê di Mijdara borî de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, pêwendiyên di navbera her du welatan têk çû. Ji aliyê xwe ve, ceza di warê bazirganî û keştûgazariyê de li ser Tirkiyê sepand.