Îran: PYD li dijî me piştevaniya partiyên li Rojhilat dike
Îran Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi piştevaniya partiyên Rojhilata Kurdistanê yên li dijî Îranê xebatê dikin, dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi piştevaniya partiyên Rojhilata Kurdistanê yên li dijî Îranê xebatê dikin, dike.
Li gor medyaya Îranê, Hevserokê PYDê Salih Mislim gotiye ku, pêwîst e partiyên Kurdî yên li Rojhilatê Kurdistanê li dijî desthilata Îranê şer bikin, wek çawa pêwîst e Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hemberî rêjîma Sûriyê rawestin.
Her li gor medyaya Îranê ku Mislim gotiye, Kudên li Tirkiye, Îran û Sûriyê ji bo demokrasiyê ser dikin û bidarvekirina çalakvanên Kurd, tenê agirê şer digel wan rêjîman gur dike.
Ji aliyê xwe ve Îranê jî ragihand, hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve tên piştevanîkirin.