Ebû Heteb: Kî ala şoreşê rake dikare beşdarî hikûmetê bibe
Serokê hikûmet demkî ya Îtîlafa Sûriyê dibêje, hêzên derbasî Minbicê bûne, PYD û grûpên girêdayî Şamê ne û piştgîriya Serokê Sûriyê Beşar Esed dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê hikûmet demkî ya Îtîlafa Sûriyê dibêje, hêzên derbasî Minbicê bûne, PYD û grûpên girêdayî Şamê ne û piştgîriya Serokê Sûriyê Beşar Esed dikin.
Serokê hikûmet demkî ya Îtîlafa Sûriyê Cewad Ebû Heteb derbarê rewşa dorpêça li ser Helebê de ji K24ê re ragihand, şervanên ku dixwazin dorpêça li ser Helebê rakin, şervanên Sûrî ne, herwiha ku karîn jî dorpêça ku rêjîm, Îran û Rûsyayê li ser Helebê ferz kiriye rakin.
Derbarê gihandina alîkariyên mirovî ji kesên li Helebê dorpêçkirî re, Heteb diyar kir, hikûmeta demkî û şervanan rê bo derbaskirina alîkariyên rêxistinên navdewletî bo Helebê vekirine.
Li ser pirsa ku nûnertiya Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra berê û basikê Qaidê li Sûriyê) di nava Îtîlafa Sûriyê de heye, Heteb got: “Ti pêwendiya vê pirsê bi vê mijarê re tune ye. Hikûmeta demkî ya Îtîlafê dezgehên wê li ser xaka Sûrî heye, xizmeta welatiyan dike. Ew pirs girêdayî Îtîlafê ye û pirseke siyasî ye.”
Derbarê karên hikûmeta demkî tenê bo Helebê tê kirin û bo Minbicê ti kar nekiriye de Heteb got: “Em amade ne ku em alîkariyan bigîhînin hemû navçeyan. Çi dever pêwendiyê bi kikûmeta demkî re bike, em amade ne xwe bigihînin wan. Lê du beş li ser erdê hene, hin bi rêjîmê re ne û beşê din bi şorerşê re ye, yên bi şoreşê re ne, em amade ne alîkariyan bigihînin wan.”
Heteb got jî: “Navçeyên ku bêne rizgarkirin, dê ji aliyê encûmenên xwecihî werin birêvebirin, rêkeftin jî li ser vê yekê hatiye kirin. deverên rizgarkirî dê ji aliyê encûmenên sivîl bêne birêvebirin û ti karê encûmenên leşkerî li wan deverên rizgarkirî tune ne.”
Herwiha Heteb amaje kir ku, hêzên derbasî Minbicê bûne PYD û grûpên girêdayî Şamê ne û piştgîriya Serokê Sûriyê Beşar Esed dikin û ti pêwendiya wan bi şoreşa Sûriyê re tune ne.
Li ser gotina Heteb ya ku PYDê girêdayî Şamê û nûnertiya wê di hikûmetê re tune ye, herwiha ENKSê jî ji hikûmeta demkî hatiye dûrxistina, ma nûnerên Kurd di hikûmeta demkî de kî ne, Heteb got: “Me ji hemû pêkhateyan daxwaz kir ku tevlî hikûmetê bin, lê divê mercên şorerşê bicih bînin, kî ala şoreşê rake ew dikare beşdarî hikûmetê bibe.”