"Rejîma Sûriyê li Helebê êrîşên bi kîmyewî pêk tîne"
Hêzên opozîsyonê bi navê "Şerê Mezin ê Helebê" dixwazin herêmên muxalîf ku ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin bê rizgarkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê der barê şerê li Heleb û Îdlîbê de ragihand ku giştiyê deveran ketiye destê hêzên opozîsyonê. Berpirsên opozîsyonê diyar kirin ku rejîma Sûriyê ji bo ku Heleb û Îdlîb bi dest bixe bi piştevaniya hêzên Rûsya û Îranê êrîşên kîmyewî li dijî sivîlan pêk tînin.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Îtîlafa Sûriyê Jawad Ebû Heteb amaje kir ku piraniya Helebê ketiye destê hêzên opozîsyonê bi tenê çend heb dever di destê rêjîm de ye. Heteb ragihand ku beramberî piştevaniya Rûsyayê bo rejîma Sûriyê, Tirkiye wek lojîstîk piştevaniya opozîsyonê dike.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Îtîl Sûriyê Jawad Ebû Heteb wiha got:"Rejîma Sûriyê, piştî pêşketina artêşa azad a Sûriyê, di demên dawî de li nêzîkî herêma Helebê bi taybetî li derûdora Îdlîbê 70 caran ji asîmanê êrîşên bi bombeyî pêk anî, komkujiyeke mezin kir. Ji bo alîkariya herêmê em dixwazin ligel Neteweyên Yekbûyî bixebitin. Ji bo vê me dest bixebatên binesaziyê jî kiriye."
Hêzên opozîsyonê bi navê "Şerê Mezin ê Helebê" dixwazin herêmên muxalîf ku ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin bê rizgarkirin.
Serokê koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê Enes El Ebde da zanîn ku hêzên wan li dijî hêzên Esedi Hîzbûlah, Îran û Rûsyayê şer dike. Rûsya û Sûriye dixwaze derûdora Şam û herême Helebê bi dest bixe. Ebde qala bandora hevdîtina Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Sûriyê jî kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê Enes El Ebde wiha got:
"Hevgelek girîng e. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li pişt me ye û piştevaniya şoreşa Sûriyê dike. Ez vê civînê ji bo çarserkirina kêşeya Sûriyê girîng dibînim. Ji bo encameke baştirîn a li ser meseleya Sûriyê rola Erdogan gelek girîng e. Ya baş ew e ku Tirkiye heta niha helwesta xwe ya li ser Sûriyê neguherandiye. Di civînê de Erdogan helwesteke li gor dilê me dê nîşanî Rûsyayê bide."
Hêzên opozîsyonê hefteyekê berê li başûr û başûrêrojavayê Helebê gelek pêşketibûn. Lê ev pêşketin piştî bombebarankirina Rûsyayê hat rawestandin.