2 hezar çekdarên Iraqî digihin Helebê

Nêzîkî 2 hezar çekdarên Iraqê bi mebesta piştevaniya rêjîma Sûriyê di şerê Helebê de, gihêştine Helebê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêzîkî 2 hezar çekdarên Iraqê bi mebesta piştevaniya rêjîma Sûriyê di şerê Helebê de, gihêştine Helebê.

Li gor ajansa “Fars” ya Îranî nêzîkî 2 hezar çekdarên rêxistina Tevgera Nuceba ya Iraqî (Hêzeke Şî'î ye) ji bo şerê li dijî opozîsyona Sûriyê gihêştine Helebê.

Her li gor wê ajansê, ku hêza Redwan ya ser bi Hizbulaha Lebnanî ve jî bi mebesta kontrolkirina devera Ramûsê ya başûrê Helebê gihêştiye taxa Hemdaniyê ya rojavayê bajêr, ku didema dawî de opozêsyonê kontrol kiribû.

Şeva 7 Tebax Ceyş El-Fetih daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku wan hêzeke mezin bo şerê kontrolkirina Helebê amade kirine. Herwiha demeke jî şer û pevçûnên tund li Helebê rû didin.