Amerîka:Hevdîtina Erdogan û Putîn pwêndiyên me û Tirkiyê lawaz nake
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ligel hevşanê xwe yê Rûsî Vilademîr Putîn pêwendiyên wlatên wê ligel Tirkiyê lawaz nake.
Derbarê vê yekê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Îlezabet Trodo di kongireyek rojnamevanî de ragehand ku civîna hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ligel hevşanê yê Rûsî Vildemîr Putîn bandorê li ser pêwendiyên welatê wê û tirkiyê nake.
Berî niha Wezîrê Dad yê Tirkiyê ragehandibû ku eger Amerîka Fethuleh Gulen radestî wan neke ewê neçar bin ku qurbaniyê bi pêwendiyên xwe li gel wî welatî bikin.