Rusya li bend a bersivek a erênî ya Turkîayê ye bo girtin sinûr li gel Suryayê
di encama destpêkirina normalkirina pêwendiyên Tirkî-Rûsî, Rûsiya daxwaza xwe bi giritna hevsînorên Tirkî li gel Sûriyê nû kir, ew jî da ku nema alîkarî ji bo çekdarên opozisyonê re derbas bin, piştî ku beriya niha Tirkî heman daxwaz ji aliyê Rûsiyayê ve red kiribû, Rûsiya jî ev daxwaz bi asayîşa xwe ya niştimanî ve girêda.
K24- Hewlêr
di encama destpêkirina normalkirina pêwendiyên Tirkî-Rûsî, Rûsiya daxwaza xwe bi giritna hevsînorên Tirkî li gel Sûriyê nû kir, ew jî da ku nema alîkarî ji bo çekdarên opozisyonê re derbas bin, piştî ku beriya niha Tirkî heman daxwaz ji aliyê Rûsiyayê ve red kiribû, Rûsiya jî ev daxwaz bi asayîşa xwe ya niştimanî ve girêda.
Desthejandina recep tayp erdohan serokê Tirkiyê ligel hemberê xwe yê rûsî viladîmêr Putin ji no normalkirina pêwendiyên herdu welatan gelek guhertinên herêmî ligel xwe anîn, ji ber ku diyare tirkî siyaseta xwe ya dervediguhere.
Lê kirîza sûriyayê dimîne cihê nakokoiyê navbera herdu aliyan, ji alîkî ve tirkî hewil dide berjewendiyên xwe birêve bibe, lê Rûsiya û hember (vegerandina pêwendiyan) gelek mercên wên hene, diyare yek ji wan jî lê bi awayekî ne eşkere kirî, ku Tirkî sînorên xwe ligel Sûriyayê bigre da ku îdî nema alîkarî ji çekdarên opozisyonê re derbas bibin.
Rojnameya îzvestia ya Rûsî ev yek eşkere kir, û nivîsî ku di civîna komîteyên rûsî û tirkî ya kesayetiyên diplomatic û leşkerî, mosko daxwaz ji tirkiyê kirk u sînorên xwe li hember alîkariyan ji bo çekdarên opozisyonê re bigrin, ev yek jî bi asayîşa niştimanî ya rûsî ve girêdan, Rûsiya eşkere kirk u dîmenên derbaskirina alîkariyan ji çekdaran re hene, herweha rêyên bikarhatî.
Tirkî ji aliyê xwe ve, di heman civînê de, tu bersivek neda, lê tekez kir ku ew hîn li ser helwesta xwe ne, derbarê derketina beşar esed serokê sûriyê ji desthilatê.
Di destpêka vê sale de, rûsiya heman daxwaz ji tirkiyê kiribû, lê tirkî qebûl nekirbû, lê niha û piştî tirkî daxwaza lêbûrînê ji rûsiyayê kir li ser xisitina firokeya soxoy ya rûsî, li ser sînorên sûrî tirkî, û destpêka qonaxa normalkirina pêwendiyên tirkî rûsî, rûsiya daxwaza xwe nûkir bi hêviya bersiveke erênî.