“Ewropa piştî hewla derbeyê piştevaniya Tirkiyê nekiriye”
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê rexne li Yekîtiya Ewropayê dike ku piştevaniya Tirkiyê nekirine û ji ber vê dibe Tirkiyê rêya xwe bi Ewropayê re cuda bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê rexne li Yekîtiya Ewropayê dike ku piştevaniya Tirkiyê nekirine û ji ber vê dibe Tirkiyê rêya xwe bi Ewropayê re cuda bike.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland, bi kenala NRK ya Norveçê re da xuyakirin, dijbereya Tirkiyê jî dibêje Ewropa piştî hewla derbeyê piştevaniya Tirkiyê nekiriye, metirsîdar in ji vir û pê ve ti bandoreke Ewropa li ser Tirkiyê nebe.
Jagland ku piştî hewldana derbeyê bi şandek serdana Tirkiyê kiribû got, di serdanê de bi hikûmet, berpisên dijbere û komeleyên mafên mirovan re jî hatiye ba hev û da zanîn, eger Tirkiye xwe tenê bibîne dibe ku rêya xwe cuda bike.
Jagland bi hikûmet, dijbere û saziyên mafê mirovan re gotûbêjên Ewropayê berdewam bikin.