Asayişa Rojava rê li pêş derbasbûna termê şehîdê Pêşmerge digire
Asayişa Rojava rê neda Termê Pêşmergeyê Roj Hebîb Qedrî Mihmed Seîd derbasî bajarê Qamişlo bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava rê neda Termê Pêşmergeyê Roj Hebîb Qedrî Mihmed Seîd derbasî bajarê Qamişlo bibin.
Peyamnêrê K24ê ragihand ku, Asayişa Rojava li gundê Xane Serê rê li derbasbûna termê şehîd Hebîb Qedrî Mihmed Seîd girt û nehêşt ku derbas bibin.
Di çarçoveya Operasyona Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li her du eniyên Xazir û Giwêr ku ev du roj in dest pê kiriye, du pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn.
Îro danê sibehê li gorîstana Şaxkê li bajarê Dihokê Pêşmergeyê şehîd Ibrahîm Hemze Feho ku ji bajarê Qamişlo bi merasîmekê hate veşartin.