Karter: Spasiya HSD û Encûmena Leşkerî ya Minbicê dike

Wezîrê bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter hêzên tevlî operasyona rizgarkirina Minbicê bûne pîroz kir û pesna rola Tirkiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter hêzên tevlî operasyona rizgarkirina Minbicê bûne pîroz kir û pesna rola Tirkiyê kir.

Karter piştî rizgarkirina Minbicê daxuyaniyeke nivîskî belav kir, ku piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên di operesyona rizgarkirina Minbicê de beşdar bûne, kir û got: "Ez gelê Minbicê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê, Koalîsyona Erebên Sûriyê û HSDê ji ber serkeftina wan a li Minbicê li dijî DAIŞ, pîroz dikim."

Karter amaje bi wê yekê kir, Minbic ji bo çekdarên DAIŞê û hevalbendên wê yên dikevin Sûriye û Iraqê û dixwazin êrîşî dewlet, hevpeyman û hevkarên wan bikin, dereke girîng bû. Serkeftina li Minbicê dê cudakirina li ser Reqayê xurt bike û dê alîkar be ku DAIŞê li Reqayê bişike.

Herwiha Karter spasiya hikûmeta Tirkiyê kir, ku rola wê ya girîng di rizgarkirina Minbicê de hebû.

Herwiha Karter ragihand jî, divê welatên hevpeyman alîkariya xelkê Minbicê bikin, da ku xelkê Minbicê mal û taxên xwe cardin ava bikin.