NY hişyariyê derbarê karesateke mirovî li Helebê dide

Netewên Yekgirtî derbarê rûdana karesateke mirovî li Heleb hişdariyê dide û daxwaz ji ji Rûsya û Amerîka dike bilez li ser agirbestekê birê bikevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî derbarê rûdana karesateke mirovî li Heleb hişdariyê dide û daxwaz ji ji Rûsya û Amerîka dike bilez li ser agirbestekê birê bikevin.

Di çend hefteyên borî de şer û pevçûn di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de bi awayekî tund ber xwe dide, ku bûye sedema kuştina bi sedan kes, herwiha bêparbûnazê bi dehan hezaran ji av, kehreb û pêwîstiyên jiyanê.

Sekreterê NY Ban Ki-Moon di dawî raporta xwe ya dawî de derbarê derbasbûna alîkariyên mirovî ji Helebê re ji Encûmena Asayişa Navdewletî re ragihand “Li Heleb metirsiya karesateke mirovî bêhempa heye, ku ji 5 salan ve nakokî û xwînrijandin heye.”

Ki-Moom amaje kir, şer û pevçûn li ser erdê û bidestxistina çavkaniyan, welatî bê cudehî di bin êrîş û bermîlên teqîner de ne, ku bi sedan jin û zarok tên kuştin.

Herwiha Ki-Moon got, hemû aliyên şer pabendî bi parastina sivîlan nabin.

Ki-Moon daxwaz ji Mosko û Washingtonê kir, ku bilez agirbesteke 48 demjimêran ragihînin û alîkariyên mirovî derbasî Helebê bikin.