Hêriş a firokeyan bo ser Idlibê bi dehan kuştî û birîndar jê çêbûn
Frokeyên leşkerî 3 êrîşan kirin ser bajarê Idlibê. Nêzîkî 50 kes hatin kûştin û 100 kes jî brîndar bûn. Di encama êrîşan de, bazar wêran bû û gelek laş li erdê mane.
K24- Hewlêr
Frokeyên leşkerî 3 êrîşan kirin ser bajarê Idlibê. Nêzîkî 50 kes hatin kûştin û 100 kes jî brîndar bûn. Di encama êrîşan de, bazar wêran bû û gelek laş li erdê mane.
Teviya sivikiya şer ta radeyekî li bajarê Helebê lê hîn şer li aliyên başûr û rojavayê wê ,berdewame, ku di encam de jî bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn…
Netewên yekbûyî jî ji aliyê xwe ve ragehand ew hîn berdewae bi pêwendiyên xwe re digel heryek ji Rûsiyê û Emrîkayê.. berdewamin ji bo pêkanîna agirbesteke dirêj li bajarê Helebê jib o derbaskirina alîkariyên mirovî.
Li aliyeke din jî li bajarê Idlibê di encama êrîşên hin firokeyên leşkerî de li ser navenda bajêr û derûberê wê zêdetir ji 40 kesî hatin kuştin û bi dehan kes jê birîndarbûn ku tev sivîl bûn.
firokeyên leşkerî bajarê idlibê bi 3 êrîşan kirin armanc , nêzîkî 50 kes şehîd bûn,û 100 kes birîndar bûn, bazar hemû wêran bû. laş li erda parçe parçe bûne .
Li gundewarê bajarê şama paytext jî li devera Irbîn di encama çend êrîşên firokeyên leşkerî de 6 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn ku piraniya wan zarokin. Ku hîn şer li derdora bajêr li gelek deveran weke dareya û xûtê de dinavbera hêzên opozisyona çekar û hêzên hikumetê de berdewame.
Bi berdewamiya şer û ne diyariya tu çareseriyekî ji rewşa şer re li Sûriyê.
Rewşa wênî siyasî jî aloztir dibe û hewlên civaka navdewletî jibo pêkanîna gereke din ya danûstandinan di vê mehê de dibe ku pêk neyê