Umran simbola rastiya şerê Sûriyê ye
Temenê wî 5 salin.
K24-Navenda Nûçeyan
Kêlîkeke bêdengiyê di nava wêranbûnê de
Ev bû kavedana umranê 5 salî yê ku ji bin avahiyên herivî de li bajarê Helebê piştî yek demjimêrî hate derxistin.
Piştî pêkanîna hin êrşên ezamî li ser taxên rojhelatê bajarê helebê
Ne deng û nejî girî tenê dîmenek ji xwîn û xweliyê li ser dêmên wî zarokê bê guneh diyar dibe… ku simboleke rastiyê ye ji rewşa şerê li Sûriyê, lewma jî ev wêne li tevahiya cîhanê deng veda û wêneya alanê kurdî yê temen 3 salî ya liber deryayê careke din anî bîra xelkê.
Ev demeke taxên rojhelatê Helebê yên dibin hêzên opozisyona çekdar de ye têne bombebarankirn, ew yeke jî piştî şereke dijwar di navbera wan û hêzên rejîm Sûriyê de li başûr û rojavayê bajêr de ku hêzên opozisyonê gelek deverên giring ji wan kontirolkirine û bisedema vî şerî bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndar kirin, herwiha malên wan jî wêran bûn.
Şerê li Sûriyê hişt ku nivşek ji zarokan di rewşeke xirab û ne saxlem de bijîn ew rewş hemû kûştin û xwîne.