Li Brîtanya diyardeya qelwebûnê zêde bûye

Ji her 5 zarokan yek qelewe.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Brîtanyayê di nav her 5 zarokan de yek qelewe, ev yeke jî  ji xwarina şîraniya zêde û nekirina sporê ye, herwiha gelek dayik û bavên wan zarokan jî êdî bê çare mane derbarê çareserkirina qelewiya zarokên xwe.

Berî niha Hikûmeta Brîtanyayê ragehandibû ku pilanên wan derbarê çareserkirina pirsgirêkê hebûn , ji wan jî komkirina pereyan bo avakirina cihên siporê li dibistanan û xwarina sibehê, lê ew yeke bo cihê nerazîbûna xwediyên kompaniyan yên ku vexwarinan çêdikin.

Li gor Wezareta Tendûrûstiyê ya Brîtanyayê pilana çîkirina berhemên xwarin û vexwarinê yên zarokan rêjeya şekir ji sedî 20 tê de kême, ew yeke jî li gor nerîna wan gaveke başe.