Pêla koçberiyên Hesekê berve Qamişlo û Amûdê berdewam e

Ji ber tundiya şer li bajarê Hesekê, Hatina koçberan ber bi bajarê Qamişlo û Amûdê ve berdewam e. Konseya penaberan a bi ser netewên yekbûyî ve dibêje ku ew pêdiviyên bilez bo koçberan peyda dikin, lê eger şer bidome dê pilanin din bo wan birêve bibin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e7cc2e0d-2551-4994-95fb-963b578f7238/penaber-amude.ism/manifest

K24 – Qamişlo  

Ji ber tundiya şer li bajarê Hesekê, Hatina koçberan ber bi bajarê Qamişlo û Amûdê ve berdewam e. Konseya penaberan a bi ser Netewên Yekbûyî ve dibêje ku ew pêdiviyên bilez bo koçberan peyda dikin, lê eger şer bidome dê pilanin din bo wan birêve bibin.

Ji beriya 4 rojan ve bi destpêka şerê bajarê Hesekê, pêla koçberiyê ji aliyê neşteciyên bajarê Hesekê ber bi aliyê bajarê Qamişlo û Amûdê ve berdewam e. Xelkên Hesekê dibêjin ku, ew di destpêka şer de di malên xwe de bûn, lê ji ber ku rêjîmê dest bi topbarandinê bi awayekî kûrane li ser hemû taxan dike, ew neçar bûn ji malên xwe derkevin, ku hejmarek mezin ji wan ta nuha li zeviyên nêzîkî Hesekê cih girtine.

Li bajarê Amûdê penaberên Hesekê ji aliyê konseya penaberan ya bi ser netewên yekbûyî ve, û bi aîkariya şaredariya Amûdê û nivîsgeha karê rêxistinan têne pêşwazî kirin, berpirsên konseyê didin zanîn ku ew di vê qonaxê de tenê pêdiviyên xwarinê û razanê ji wan re bidest dixin, nûnera şarederiya Amûdê ji aliyê xwe ve diyar dike ku, ta niha zêdî 600 kesî ji aliyê wan ve bi cî bûne, herwiha 2 dibistanên din amade kirine heger hejmara koçberan zêdetir bibe.

Ji 16ê vê meha Tebaxê şer û pevçûn li bajarê Hesekê berdewam e, tê de rêjîma Sûriyê firoke û topan ji bo piştevaniya hêzên berevaniya niştîmanî bikar tîne, û ji ber giraniya şer û topên ku bi awayekî kûrane li ser malên sivîlan dikevin xelkê bajarê Hesekê dev ji malên xwe berdidin. Berpirsên konseya penaberan ya bi ser netewên yekbûyî ve ji aliyê xwe ve diyar dikin ku, heger şer dirêj bike dê penaberan veguhêzin kampa roj li bajarê dêrikê, lê ji ber ku ew geşbînin şer raweste ta nuha di dibistanên bajarê Amûdê de wan bi cî dikin.