Li Îdira bakurê Kurdistanê santrala nûklerî dibe sedema şêrpençeyê
Santral bi tenê 16 kîlometreyan dûrî bajarê Îdirê ye û li ser xeta erdhejê ya çiyayê araratê hatiye avakirin ku ev yek dibe sedema metirsiyî.
K24-Navenda Nûçeyan
Santrala nûklerî ya ku li Metzamora bajarê Ermenîstanê di sala 1977an de hatiye avakirin ji bo Îdira bakurê Kurdistanê ya li ser sînorê Ermenîstanê dibe sedema şêrpençeyê. Îdirî ji ber hebûna santrala nûklerî aciz in.
Ev santaral di heyama Rûsyeya sowyet de bi amûrên herî kevn û bê ewle hatiye çêkirin. Santral bi tenê 16 kîlometreyan dûrî bajarê Îdirê ye û li ser xeta erdhejê ya çiyayê araratê hatiye avakirin ku ev yek dibe sedema metirsiyî.
Herwiha heta niha gelek raport li ser xeteraya vê santralê hatiye amade kirine. Li gor wan raportan ev santral radyasyonê di nava ava binerde de belav dike.
Gundên Îdirê yên li ser sînorê Ermenîstanê dibêjin ji ber vê ava bi radyasyon gelek nasê wan bi nexweşiya şêrpençeyê ketine û canê xwe ji dest dane.
Mahmut Sema ku ew bi xwe welat' ye wiha got:"Îsal 8 kesê me li vî gundî mirine giş ji şêrpençeyê çûn e. Ji ber kansêra xwînê çûn e. Gelek nexweş hene li ber sikratê ne û çûne dixtor teşhîsa şêrpençeyê hatiye danîn. Giş ji ber santirala li hemberî me ye. Her gav em beleya wê dikşînin, em zirara wê dikşînin. "
Santaral di sala 1988an de ji ber erdhêja li Ermenîstanê çêbibû zirarek mezin dîtibû û hatibû girtin. Lê belê bi hinceta ku Ermenîstan feqîr dibe carek din tê karîgerkirin.
Ermenîstan dema ku di 25ê Rêbendana 2001ê de bi şerta ku vê santrale bi temamî bigire dibe endamê Yekitiya Ewropayê. Lê belê ev santrala ku di sala 2005an de emrê xwe yê teknîkî temam kiriyê hêj dixebite û bax û bostan û ajalên gundê Îdirê jehir dike.
"Wellehî teneyê me bi temamî hişk bûye. Vê santralê bitûmî hişk kirin e. Yanî me çi randûmana tiştekî hilnedaye. Ev santral navberekê dane girtin lê carek din vekirin. Em çi sûdê ji berhemên xwe hilnadin. Genimê me, oncê me tematesê me giş hişk dibin diçin."
Şêniyên gund amaje dikin ku ji ber santralê gelek jinên gund ber avêtine û gelek ajalên gund jî telef bûne. Gundî dibêhin bi salane li ser gundê wan nûce tên çêkirin û bi salane bang li rayedaran dikin lê belê kesê ku bi vê kêşeyê re eleqedar bibe nehatine gundê wan. Herwiha ev santrala ku jehrê belavdike li gorî biryara parlementoya Ermenîstanê dê heya sala 2026an vekirî bimîne.