Minbic: Tenê dezgehên ragihandinê yên DAIŞê dihat tameşekirin
Li bajarê minbicê wek hemû diverên ku di bin destê DAIŞê de televizyon û enternêt hatibû qedexekirin. Tenê dezgehên ragihandinê yên DAIŞê dihat tameşekirin. ji alîyê xelkên wan deveran, herwiha qad û mizgeft ji bo ragihandinê, DAIŞê bi kar tîna.
K24 – Minbic

Xelkên bajarê minbicê ji nû ve alavên ragihandinê yên curbicur temaşe û bikar bînin, ev yek jî piştî rizgarkirina bajêr ji bin destê çekdarên DAIŞê ,ji ber ku enternêt û televizyon li deverê hatibûn qedexekirin, da ku welatiyî li ragihandina dijî DAIŞê temaşe nekin .
Li bajarê Minbicê çapemeniyên DAIŞê bandoreke berçav li hişmendiya welatiyan dikir, ji ber ku DAIŞê baweriyên xwe bi berfirehî li ser enternêt û televizyonê belav dikirin. Li gor xelkên Minbicê DAIŞ raman û baweriyên xwe bi şêweyekî zindî jî li qad û mizgeftên bajêr ji welatiyan re diyar dikirin, da ku bilez û kûrahî di hişê wan de bê çandin .
DAIŞ ji destpêka avakirina xwe ve giringiyê dide alavên ragihandinê, bi armanca belavkirina bawerî û serkeftinên xwe, herwiha ji bo lixwegirtina kiryarên xwe mîna kuştin û teqînan, vê yekê jî roleke berçav di pêşketin û hêzkirina DAIŞê de girt.