çîroka zarokeke din ji bin avahiyan hawar dike û avê dixwaze

Heta niha 50 hezar zarok li Sûriyê hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî Umran û Alanê Kurd zarokeke din bi navê Ehmed temenê wî 11 e salin ji bin avahiyên herfî hawar dike û daxwaza vexwarina avê dike.

Di Kurte vîdyoyekê de ku, ji aliyê kenala BBCî ya Brîtanî ve hatiye belavkirin, tê de diyardibe ku, li bajarê Helebê piştî êrîşa firokeyên Rûsya û rejîa Sûriyê zarokeke bi navê Ehmed e hawara rizgarkirina xwe dike û daxwaza avê dike.

Ji aliyê xwe ve tîmên hawarhatinê hawla rizgarkirina Ehmed dikin û jê dixwazin ku ew li ser hişê xwe bimîne û bi xewve neçe. Piştî derbasbûna seatekê Ehmed hate rizgarkirin, lê malbata wî ku, ji dê, bav, xwîşik û dapîra wî pêkdihat hatin kuştin.

Li gor Rewangeha Mafê Mirovan ragehandî ku di vê meha Tebaxê de zêdeyî 140 hezar zarokî canê xwe ji dest dane, herwiha bi giştî di heyama 5 salên şer de 50 hezar zarok hatine kuştin.