Bi vîdyo .. dîmen a çûn a Turkîayê bo nav ax a Suryayê bibîne
Evro supa yê Turkîyayê bi piştîvanî ya hêz a asmanî û hijmarek a firoke yên cengî û bi yawerî ya dehan tank û zirêpoş ên serbazî sinûr a Suryayê bezand û çûne di nav ax a wî welatî de.
K24 – Hewlêr
Evro supa yê Turkîyayê bi piştîvanî ya hêz a asmanî û hijmarek a firoke yên cengî û bi yawerî ya dehan tank û zirêpoş ên serbazî sinûr a Suryayê bezand û çûne di nav ax a wî welatî de.
Turkîayê ragehand: di çarove ya operasyûn a metal a Furatê de piştîvanî ya mîlîşya yîn çekdar ên opizisyûn a Suryayê dike li dijî Daişê.
Her evro kenal ên ragehandin ên Turkîyayê belavkirin ku mîlîşîya yên çekdar ên opizisyûn a Suryayê şîyane bajar ê Cerablusê kontirol bikin piştî ku çekdar ên Daişê ew bajêr hêlan û ber bi bajar ê Elbab xwe vekişandin.