Turkîya dê berdewam bîn li piştîvanîkirin a opizisyûnê heya deverê bi temamî kontirol dike

Opezisyûn a Suryayê piştî kontirolkirin a bajar ê Cerablusê dê ber bi bajar ê Elbab biherre ku dikeve bakûr ê Helebê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fedcd4c1-391f-4dca-a0f6-a0e9ff021dbc/Bab-Turkey.ism/manifest

K24- Hewlêr

Opezisyûn a Suryayê piştî kontirolkirin a bajar ê Cerablusê dê ber bi bajar ê Elbab biherre ku dikeve bakûr ê Helebê.

Hikumet a Turkîyayê jî dibêje: Ew dê berdewam bibe li ser piştîvanîkirin a opizisyûnê heya wê deverê bi temamî kontirol dike.

bajarê jerabulsê ew du sala bûn di destê daişê de bû,,, û bi cihekî istratîcîk dihat naskirin ji bo daişê ku li ser sînorê tirkiyê ye û dawî deriyê wê bo ji bo derve ... lê  bi kêmî ji 10 demjmêran opizisiyona sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê u frikeyên hevpeymanan ew bajar kontrol kir. û kontrolkirina bilez jî ji aliyê tirkiyê amaje pê hatibû kirin  berî niha ku cêgirê wezîrê derve yê tikriyê Numan kortulmoş gotbû oprasiyona bakurê sûriyê wê aktîv û bilez be, piştî kontrolkirina bajarokê Rai û jarbulsê çekdarên opizisiyonê dibêjin ewê berê xwe bidin bajarê babê jî ji bo derxstina wê ji dest daişê.

bêtir ji 20 tankên Tirkî  û di gel embulansan derbasî sûriyê bûne ji bo piştevanîkirina opizisiyonê di şerê wê de, berpirsin tirkiyê jî dibêjin eger pêwîstbû ewê hejmareke bêtir ji hêzê bişînin bakurê sûriyê. Ewê li bakurê sûriyê bimînin heta ew navçe bi temamî bikeve di destê opizisiyonê de.

hin şirovekar dibêjin  rêxstina daişê berevanî li ber dawî dergeha xwe ya ji bo derve nekir, ewjî ji ber ku şerê kontrokirina jerabulsê şanoyek bû, ku ew  bajar bê adestkirin ji  Hêzên hevpeymanên Tirkiyê ,da ku Tirkiyê destewêrdanê di sûriyê de bike. piştî ku dît hevkariya emerîka yê ji bi hêzên sûriya demokrat  di bin navê şerê daişê zêde dibe û dibe ku ew hêz xewna xwe ya avakirina herêmeke netewiya kurd pêkbîne, ji ber vê yekê u ji tirsa avakirina wî keyanî kurdî wek ku Tirkiyê hizir dike, tirkiyê xwest pêdaçûnê  di siyaseta xwe ya  derve de bike û dosiya sûriyê bi rengekî din wegirt û ji ewlewiyatên xwe kir jinavbirina terorê û parastina yek axa sûriyê.