YPGyê dest bi vekişandinê kir bo rojava ya Furatê

yekîneyên parstina gel YPG ji rojavayê çemê firatê vekişiya . rêveberiya ypg dibeyan nameyekê de vekişandina hêzên xwe diyar kir û li gor wê neyan nameyê. piştê ku wan bi erkê xwe rabûn û bajarê menbic ji çekdarên daîşê rizgarkirin niha ew vedigerine bingihên xwe û rêveberiya leşkeriya ya bajar sipartiye civata leşkeriya menbic, û deverên ku kontrolkine li gundewarên cerablosê radestî civata leşkeriya cerablosê kirine.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/acc8451a-374b-4153-82ca-88067190d15b/Co%20bayidin%20syria%20Ypg.ism/manifest

K24- Hewlêr

Yekîneyên Parstina Gel YPG ji rojavayê çemê firatê vekişiya . rêveberiya YPGyê di beyannameyekê de vekişandina hêzên xwe diyar kir û li gor wê beyannameyê, piştî ku wan bi erkê xwe rabûn û bajarê menbic ji çekdarên Daişê rizgarkirin niha ew vedigerine bingihên xwe û rêveberiya leşkeriya ya bajar sipartiye civata leşkeriya Menbic, û deverên ku kontrolkine li gundewarên cerablosê radestî civata leşkeriya cerablosê kirine.

 Ev jî piştî rojekê tê li ser gefên cîgirê serokê Emrîkayê Co Bayîdin ji wan re . Ku

bi rengekî diyar û aşkere ji wan xwest, ji rojavayê çemê Firatê  vekişn û vegerin  rojhelat a  wê û eger ew  vê yekî bicî nekin emrîka piştevaniya wan nake.

Co Bayîdin, got: Tiştê girêdayî Menbic, min diyar kir hêzên Sûriya Demukrat ku YPG beşeke serekiye têde, gereke vegerin rojavayê çemê Firatê. Eger ew pabendî vê yekê jî nebe dê  piştgiriya me jêre nemîne.

 Tikiyê jî herdem aşkere dibêje ew tu herêmeke Kurdî li ser sînorên xwe naxwaze lewma jî ji vê yekê herdem ditirse û bi hemû hêz a xwe li dijî vê yekê dixebite.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê jî bi aşkere dibêje: armanca wan ya serekî ewe ku kurd herdû aliyên çem a firatê biherve girê nede, di heyama heftiyekê de ev ji rojhelat a çem vekişe. Herweha sînorên xwe biparêzin û rê nedin Kurd nêzîkî sînorên wê bibe.