Kêrî: Emêrîka piştevaniya qewareyek a Kurdî ya serbixwe li Sûriyayê nake
Jon Kêrî wezîrê derve yê Emêrîkayê, diyar kir ku Emêrîka piştevaniya hebûneke Kurdî serbixwe li Sûriyayê nake, ji ber ku ew Sûriyake yekgirtî dixwaz in, hweiha ku Minbic jî di destê Kurdan de namîne. Kerry beriya niha ragihandibû ku hêzên YPG ji rojheltê çemê Furatê di operasiyona azadkirina cerablusê de xwe kişandin.
K24- Hewlêr

Carek din herdu wezîrên dervê e yên Emêrîka û Rûsiyayê, Jon Kêrî û Sêrgî Lavrov li ser mijara Sûriyayê dicivin, derbarê agirbest Helebê ya 48 demjmêran û alîkariyên mirovî, Kêrî ji aliyê xwe ve eşkere kir ku danûstandinên wan ber bi pêş ve diçin, lê hîn hinek hûrkarî mane û pêweîste werin gengeşekirin, lê weke diyare hîn li ser agirbesta Helebê li hev nekirine.
Kêrî û piştî danûstandinên wî li gel wezîrê derve yê Tirkiyê û piştî ji rê gotibû ku Kurd xwe ji rojhelata çemê Furatê di operasiyon azadkirina Cerblusê de xwe kişandin, eşkere kirk u tu roleke serbixwe ji kurdan re di sûriyê nabe, ji ber ku Emêrîka piştevaniya sûriyake yekgirtî dike, Minbic jî di dest kurdan de nahêlin.
Civîna herdu wezîran li cênêvê hefteya dahatî berdewam dike, da ku li ser hûrkariyên nehatî gengeşekirin li hev bikin, li gor Kêrî, tevî ku beriya mehekê ji niha herdu alî dîsan û li ser heman mijarê li moskoya paytexta Rûsiyayê civiya bûn, û eşekre kirbûn ku civîna wan encamên berçav dane.