Dareyîya ji 255 hezar danîşvan ên wê tenê 5 hezar mabûn û ew jî derkevtin
Proseya derxistina xelkên Dareyîya yê dest pê kir, piştî ku herdu aliyên rêjîm û opozisyona Sûriyê li hev kirin û li ser valakirina bajar ji sîvîl û çekdaran hember radestkirina Dareyîya yê ji bo hikûmeta Sûriyê rêkeftin, nîzîkî 5 hezar sîvîl dê werin derxistin piştî ku rûniştivanên wî bajêrê 255 hezar kes bûn.
K24- Hewlêr

Dareyîya, piştî çar salan ji dorpêçê, crek din nefes dide, piştî rê li ber rûniştivanên wê hate vekirin, ku proseya derxistina 5 hezar welatî rojî Înî dest pê kir, lê buhayê vê yekê jî giran bû, ku bajarê Dareyîya xistine destê rêjîma sûriyê de.
çekdarên opozisyonê û rêjîma sûriyê roja pênşemê li ser derxistina 700 çekdarî li gel malbatên xwe li hev kirin, û berê xwe dane Idlibê piştî ku çekên xwe radest kirin.
Dehên otobûsan, ku nîzîkî 5 hezar kes veguhestin piştî ku hijmara xelkên Dareyîya yê 255 hezar kes bû, pitşa xwe dane dareyayê.
Rewangeha sûrî ya mafên mirovan ragihand ku alîkarî jib o kesên dixwazin di dareya yê de bimînin dê werin pêşkêş kirin.
Dareya sala 2011 û ji destpêka şoreşa sûriyê tevlî xwepêşandanan bû, sala 2012 di 25 tebaxê de komkujîyek li dareyayê 500 kes di yek rojê de kuştin, ji wê demê ve, ew bajar dorpêçkiriye, û tevî hewilên navdewletî jib o derbaskirina alîkariya jib o deverên dorpêçkirî li sûriyê, hikûmeta sûiryê rê li ber Dareyayê nevekir ta hezêrana vê sale ku yekem kerwana alîkariya derbas bû.