Turkîya berdewame li burdûmankirin a baregeh ên YPGyê

Turkîya burdûman a bingeh ên Yekîne yên Paraztin a Gel YPG dike li bakûrê Minbic û başûr a Cerablusê.

K24- Hewlêr

Turkîya burdûman a bingeh ên Yekîne yên Paraztin a Gel YPG dike li bakûrê Minbic û başûr a Cerablusê.

Li gor zanîyarî yên mêdya yên Turkîyayê, supa yê Turkîyayê gund Telemmarna li bakûr ê Minbic, bingeh û baregeh ên YPGyê burdûman dike.

Gund ê Telemmarna dikeve bakûr a bajarok a Minbecê û başûr a bajarok a Cerablusê li bakûr a Surayayê.

Herweha zanîyarî amaje bi wê yekê dikin ku Turkîya bi firoke û tobxane yên xwe burdûman YPGyê dike.

Civat a Serbazî ya Cerablusê aşkera dike ku ji encam a burdûman a Turkîayê hijmarek a xelk ên sivîl birîndar bûne.

Dem a çend rojane, supa yê Turkîyayê li gel çûne nav ax a Suryayê ve, destkirîye bi burdûmankirin a bingeh ên YPGyê li deverê bi armanc a derkirin a wan û pirrvekirin a cih ên wan bi çekdar ên supa yê Surya ya Azad.