Civat a Serbazî ya Minbic: Me sê gund ên rizgar kirîne

Hêz ên Civat a Serbazî ya Minbic ragehand: Wan sê gund ên din ji dest çekdar ên Daişê rizgarkirîne.

K24- Hewlêr

Hêz ên Civat a Serbazî ya Minbic ragehand: Wan sê gund ên din ji dest çekdar ên Daişê rizgarkirîne.

Li ser pêşveçûn ên xwe  bo kontirolkirin a dever ên jêr dest ên Daişê, şervan ên Civat a serbazî ya Minbic ragehand: Her sê gund ên Telosman, Şemsûdunya Elwestanî û Şemsûdunya Eltehtanî ku 35 Km ji navend a Bajar ê Minbic dûrin û dikeve başûr a rojhilat a bendav a Teşrînê ji dest Daişê hatin rigarkirin.

Civat a serbazî ya Minbic, amaje bi wê yekê jî dike ku di opersyûn a rizgarkirin a evan sê gundan 13 çekdar ên Daişê hatîne kuştin û hijmarek a çek û teqemenî yan jî kevtîne di dest ên şerrvanan de.