Tîmeke artêşa Çîk perwerdeyê bi Pêşmrge dike
Tîmeke endezyarî ya welatê Çîk ku taybet e bi pûçkirina mayînan, perwerdeyê bi hêza Pêşmerge dike.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîmeke endezyarî ya welatê Çîk ku taybet e bi pûçkirina mayînan, perwerdeyê bi hêza Pêşmerge dike.
Li gir daxuyaniyeke Wezareta Bergîriyê yê Çîk, ku biryar e tîmeke taybet ya artêşa Çîkê di demeke nêzîk de perwerdeya pûçkirina mayînan bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dike, da ku deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin, bêne pakirin.
Herwiha medyaya Çîkê aşkere kir ku, ew tîma taybet ya Çîkî 10 Pêşmergeyên endizyar di warê pêçkirina mayînan de perwerde dikin.
Aşkere kirin jî, ku xula perwerdeya Pêşmergeyan li welatê Çîk bi rê ve diçe.
Komara Çîk yek ji welatên çalak e di Hevpeymaniya Navdewletî de û çend caran alîkariya leşkerî bo hêza Pêşmerge şandiye û perwerdeya hêza Pêşmerge jî kiriye.