Gotebêj ê Daişê hat kuştin
Ebû Mehemd Edanî, gotebêj ê rêkxistî ya Daişê li Helebê hat kuştin.
K24- Hewlêr
Ebû Mehemd Edanî, gotebêj ê rêkxistî ya Daişê li Helebê hat kuştin.
Hevdem rêkxistî ya Daişê li ser torr a Intrnêtê, kuştin a gotebêj ê xwe piştrast kir.
Ebû Mehemed Ednanî, nav ê wî yê temam: Teha Subhî Felahe ye û ji dayîkbûyê 1977ê ye û xelk ê dever a Binş a ser bi bajar Seraqib a ser bi parêgeh a Îdilb e.
Berê û li sal a 2005 ji alî yê hêz ên Emerîkayê ve li parêzgeh a Enbar a Îraqê hatibû girtin ku wê demê bi nav ê Yasir Xelef Husên Nizal Elrawî xwe dabû nasîn û dûv re hatibû azadkirin
