Li 13e gundên Licê qedexeya derketina derve hat ragehandin
Qedexeya derketinê heta demeke ne diyar hate ragehandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li 13 gûndên navçeyên Hênê û Licê yên bi ser Diyarbekirê derketina derva hate qedexe kirin.
Parêzgeriya Diyarbekirê di daxûyaniyeka niviskî de ragihand ku, li 13 gûndewarên navçeya Licê û Hênê yên wekî herêma Korxê, Çemê Elîk, Şelê, Dêrkan, Serdê û Hêgasor ji îro seat 5heta fermanekî nû ji bu ewlekariya mal û canê welatiyan derketina derva hatiye qedexe kirin.
Parêzgerdiyar kir ku, biryara qedexeyê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKyê de hatiye sitandin û pêwîst e welatî li wan deveran ji dûr bikeve.