Ebadî û Barzanî peywendîyek a telefonî encamdan
Evro di peywendîyek a telefonî de di navber a Mesûd Brazanî, serok ê Herêm a Kurdistanê û Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê peywendî yên di navber a Hewlêr û Bexdayê gêngeşekirin.
K24- Hewlêr
Evro di peywendîyek a telefonî de di navber a Mesûd Brazanî, serok ê Herêm a Kurdistanê û Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê peywendî yên di navber a Hewlêr û Bexdayê gêngeşekirin.
Her di vê peywendîyê de , serok Brazanî supasî ya serok wezîr ê Îraqê kir bo wê pêşwazî ya germ a li şand a Herêm a Kurdistanê kirî bi serokatî ya Nêçîrvan Barzanî, serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê.
Herweha xweşhalî ya xwe jî derbirrî li ser encamdan a kombûnan û hêvî xwazt peywendî û hevahengî di navber a herdû alîyan berdewam bibe.
Di beranber de jî serok wezêr ê Îraqê xweşhalî ya xwe derbirrî bo serdan a şand a Herêm a Kurdistanê û encam ên kombûnan nemaze jî li ser petrolê û amadekarî yên rizgakirin a Mûsilê û encam ên kombûnê jî bilind nirxand.
Her di wê peywendî ya telefonî de herdû alîyan tekezkirin li ser berdewamî ya peywendî û hevahengî û rawêjê di navber a herdû alîyan de kirin