Muslim: Armanca Tirkiyeyê ji operasyona Cerablus tenê hêzên me ne

Hevserokê PYDê Salih Muslim got: Armanca Tirkiyeyê ji operasyona Cerablus tenê hêzên wan e. Ragihand jî, ku Tirkiye dixwaze wê modêlê ji nav bibe, ku wan li Rojavayê Kurdistanê durist kiriye .

K24- Hewlêr

Hevserokê PYDê Salih Muslim got: Armanca Tirkiyeyê ji operasyona Cerablus tenê hêzên wan e. Ragihand jî, ku Tirkiye dixwaze wê modêlê ji nav bibe, ku wan li Rojavayê Kurdistanê durist kiriye .

Hevserokê PYDê li paytexta Belcîkayê Brukselê, rexne li welatên Ewrupayê girtin, ku alîkariya wan nekiriye. Tekez kir, eger bi ciddî rû bi rûyî DAIŞê nebin, ew şer dê bigihe welatên wan jî .