Rijêm a Syryayê her bi şêwaz a Dareyya divê Midemiyê jî kontirol bike

Piştî ku hikumeta Suriyeyê, bi rêya rêkeftinekê bajarokê Dareya vala kir û xist bin kontrola xwe de, niha bi heman awayî dixwaze devera Midemiyê jî, li başûrê Dîmeşqê kontrol bike. Danûstandinên wê, di gel şandên bi ser bajarê We'ri yê Himsê ve jî berdewam in, ji bo radestkirina wî bajarokî jî.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f2f1d005-6897-4b81-9c47-c9612e42ed14/Midemiye-Syria.ism/manifest

K24- Hewlêr

Piştî ku hikumeta Suriyeyê, bi rêya rêkeftinekê bajarokê Dareya vala kir û xist bin kontrola xwe de, niha bi heman awayî dixwaze devera Midemiyê jî, li başûrê Dîmeşqê kontrol bike. Danûstandinên wê, di gel şandên bi ser bajarê We'ri yê Himsê ve jî berdewam in, ji bo radestkirina wî bajarokî jî.

Midemiye, yan ku wek xelkê Dîmeşqê dibêjin Midemiyet elşam, li ber du gefaye, yan wê were şewtandin yan jê wê bê radestkirin ji Hikûmeta sûriyê re

piştî dareya, niha Hikûmeta sûriyê xwe ji kontrolkirina vî bajarî re amade dike, ew yek jî bi rêya rêkeftinekî di gel yekîneyên opizisiyonê.

opizisiyona Sûriyê bendên wê Rêkeftinê belavkirine,, ku ji radestkirina çekan û çareserkirin rewşa tevahiya çekdaran.  kesên çekdar yên ku naxwazin çekên xwe danan wê bên veguhestin ji bo parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê û kesên sivîl jî yên ku naxwazin li wî bajarî bimînin ew jî wê bên derxstin .

herweha li gor bendên wê. pêkanîna yekîneyeke hevbeş bi navê polîsên navxweyî ku endamên Hkumeta sûriyê û xelkê wî bajarî li xwe bigre û dezgehên Hikûmetê  jî li wî bajarî dest bi kar bikin.

ev bendên han di civînekî de hatin, di navbera Hikûmeta sûriyê û komîteya hatî erkdar kirin  ji bo bajarê Midemiyê, ku li gor endamên wê komîteyê di civîna wan de hin fermanderên rûsî û Îranî jî amade bûn û şanda Hikûmetê ji wanre gotiye eger çekdarên opizisiyonê bendên rêkeftinê redkirin,  ewê rêyekî ji bo wan kesan vekin yên ku razî ne rewşa wan bê çareserkirin û wê Hikûmet Midemiyê wek navçeyeke leşkerî raghîne, û bajar bi tevahî bişewtÎne.

bajarê  Midemiyê ku li başûrê Dîmeşqê ye  ji 26 çiriya pêşîna 2015 ji aliyê Hikûmetê ve dorpêçkiriye. di gel dorpêçê,  hikûmetê bi birmîlên teqîner bombaran dikir,  niha 72 demjimêr pêrene ku biriyara xwe bide, yan dê bimîne ji hikûmetê re yan dê were jinavbirin.

hikûmet sûriyê di rêkeftina xwe ya valakirina bajarokê Dareya bi ser ket, û niha di danustandinan de ye jî ji bo valekirina bajarokê Wer dawî baregeha opizisiyonê  li Himsê,  ku niha agir besteke demkî li wî bajarokî ragihandiye heya gehandin bi rêkeftinekî.