Fûad Husên pirs a serxwebûn û rêkkevtin a alî yên Kurdistanê bo Kurdistan24 behs dike
Piştî bê dengîyek a dirêj li ser serdan a wî bo alî yên sîyasî yên Herêm a Kurdistanê bi merem a asayîkirin a rewş a Herêm a Kurdistan. Nwêner ê serok ê Herêm a Kurdistanê, Fûad Husên di bername ya Basî Roj a Kurdistan24, behs a hilwêst a alî yên sîyasî yên kurdistanê dike bo rêkxistin a nav mal a Kurd û gehiştin bi rêkkevtinek a sîyasî û pêngav havêjtinê ber bi serxwebûn a Herêm a Kurdistanê.
K24- Hewlêr

Nwêner ê serok Barzanî ragehand: Hemû alî li gel rêkkevtinê û rêkxistn a nav maal a Kurd in û ev kar jî ne girçine û sanahe.
Fûad Husên di çarov a dîdar ên xwe de li gel hemû hizb û alî yên sîyasî yê Herêm a Kurdistanê ku wek nwêner ê Barzanî ew kombûn encam dayîne. Ra û nerîn ên serok ê Herêm a Kurdistanê gihandîye berpirs ên ala yên hizb û alî yên Herêm a Kurdistanê, bi taybetî nerîn ên Newşîrvan Mistefa rêkxer ê giştî yê Bizav a Gorranê, gihandî ye serok Barzanî û li ser evê yekê jî dibîje: Ji bilî çareserîyê mçi bijarte yên dî li pêşî ya hêz û alî yên sîyasî yên Kurdistanê nîne û ew bijarte ji ewlewîyat ên Barzanîye ku di evê qonaxê de yekxistin a nav mal a Kurd li ba wî gelek pêdivîye.
Nwêner ê Barzanê li ser helwêst hizb û alîyan ragehand: Hemûyan amdeyî derbirrîne daku bigehin bi rêkkevtinekê û dawîyê bi van alozîyan bihînin.
Sebaret bi pirs a serxwebûn a Kurdistanê, nwênerê Barzanî ragehand: Hemû alîyan tekez kirin ku li gel piroje ya serxwebûnê ne, bê rêkkevtin a alîyan, serok Barzanî naxwaze biryarê li ser evê pirsê bide.
Bi dîtin a serok ê dîwan a Herêm a Kurdistanê bo serxwebûnê pêş her alîyekê divê li gel Bexdayê danûstandin bihê kirin û ragehand seredan a evî dawîyê ya şand a Herêm a Kurdistanê bi serokatî ya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê bi fermî piroje ya serxwebûnê pêşkeş bi alî yên Bexdayê hatîye kirin û wan jî têgehiştin hebûye bo evê daxwazîyê û pişkek jî serxwebûnê bi mafek asuriştî dizanin.
Ev çendîn mijar ên din yên giring li ser ayînde ya Kurdistanê di vê dîdarê de hatîye û bo zanîyar ên zêdetir li vîdîyo ya evê dîdarê binere.