Cêgir ên sikirtêr ê giştî û hijmarek ji endam ên Mekteb a sîyasî ya YNKyê balek nû ragehandin

Cêgir ên sikirtêr ê giştî û hijmarek a endm ên Mekteb a sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê navend a biryardanê di nav YNKyê ragehand.

K24- Hewlêr

Cêgir ên sikirtêr ê giştî û hijmarek a endm ên Mekteb a sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê navend a biryardanê di nav YNKyê ragehand.

Li gor zanyarî yên Kurdistan24 çend mehin hewl a ragehandin a evê balê hebûye û soz soz hatibû dan ku evan arîşeyan çareser bikin, lê ragehandin a evê balê hatibû bi dawîxistin.

Çavkanîyek nêzîk ji Mekteb a sîyasî ya YNKyê, taybet bi Kurdistan24 ragehand ku biryar bû navê evê balê mînber be.

 Her li gor zanyarîyan, takrewî di biryardanê di nav YNKyê de, ev hewl carek a dî nû kir daku ev navend bihê ragehandin.

Yek ji hokar ên ragehandin a evê bal a nû, çawanî ya rêveçûn a rêkkevtin a Gorran û YNKyê ye, ku gilî û gazind ên mezin ji alî yê serkirdatî ya hizbê durist bû, bi taybet gelek kes ji serkirdatî ya YNKyê naxwazin Newşîrwan Mistefa destbala be bi ser YNKyê re.

Ewê çavkanîyê behs a wê yekê dike  ku Îranê gelek hewl daye ragehandin a evê balê bihê bi dawîxistin û heya dawîyê jî hewl ên Îranê berdewam bûye.

 

Bo dîtin a deqa wê ragehandin a Navend a biryar a YNKyê vir kilîk bike.