Erdogan: YPG nevekişiyaye rojhilatê Firatê.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje YPG nevekişiyaye rojhilatê Firatê.
K24- Hewlêr
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje YPG nevekişiyaye rojhilatê Firatê.
Erdogan berî serdana xwe ya ji bo Çînê li Enqereyê civînek çapemeniyê pêk anî û got ew derbarê vekişîna YPGyê bo rojhilatê Firatê bi daxuyaniyên ji Amerîkayê tên ragihandin bawer nakin. Heta niha ji Tirkiyeyê re hatibû gotin ko YPG vekişiyaye, le ev ne rast e û vekişîna YPGyê êdî girêdayî tespîtê wan e. Ew dikarin vê yekê diyar bikin. Erdogan herwiha da zanîn ko heta gefa DAÎŞ û YPGyê li ser wan heye dê operasyona Cerablûsê berdewam bike.