Pişt perde ya dest ji kar vekişandin a Wezîr, Ala, diyar bû.
Wezîrê Karê Navxwe yê Turkîyayê, Efgan Ala, li 31ê Tebexê, bi biryareke surprîz îstîfa kir. Ev îstîfaya Ala hîna di rojeva sereke ya Tirkiyê de ye. Paşperdeya îstîfaya Wezîr Ala diyar bû.
K24- Enqere
Wezîrê Karê Navxwe yê Turkîyayê, Efgan Ala, li 31ê Tebexê, bi biryareke surprîz îstîfa kir. Ev îstîfaya Ala hîna di rojeva sereke ya Tirkiyê de ye. Paşperdeya îstîfaya Wezîr Ala diyar bû.
Bi îstîfaya Efgan Ala mijara paqijiyê ya di nava AK Partiyê de careke din hate rojeva Tirkiyê. Gelek pirsên di serê rayedarên AK Partiyîyan de ku ne zelalin her diçe zêde dibin. Li gorî nîqaşan di nava partiyê de ji bilî rayeya Erdogan ya kesî derbas nabe. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî di encama zextên Erdogan de dev ji erkê xwe berdabû. Niha jî yek ji wan mirovên herî kirîtîk ku bi nêzîkatiya xwe ya Erdogan tê zanîn Efkan Ala ji erkê xwe îstîfa kir. Piştî vê îstîfayê paşperdeya vê rûdanê jî eşkere bû. Li gorî agahiyan ev du heftene ku nîqaşa îstîfakirinê ya Ala di nava AK Partiyê û qada herî rajor ya dewletê de de tê kirin. Lê ev nîqaş ji çapemeniyê hatiye veşartin.
Yahya Akman -Parlamenterê Berê yê AK Patiyê, got:"Pir caran Serokkomar, Serokwezîr bi temamî mîna hev nafikirin di her meselê de. Tiştê ku ez zanim di navbera wan de îxtilafek derketibû. Berî niha bi çend meha jî ev hadîse dihatin gotin. Dema Ahmet Davutoglu veqetiya hate belkî serokkomar erkdar neke Efkan ala. Lê dîsa jî pêre berdewam kir."
Li gorî ku tê gotin Ala di operasyonên Fettullah Gulen de giran tevgeriyaye û têkîlî û danûstandinên di nava midûriyeta ewlakariyê û hêzên asayîşê de qelsî pêk hatiye. Ji ber vê yekê jî gelek doz û dozger lê asê mane. Dozgeran jî di vê derbarê de giliyên xwe gihandine Serokkomariyê. Ligel ku Erdogan çend caran ev gilî û gazinç raberî Ala kiri bin jî, Ala îdia kiriye ku kêşyeke bi vî rengî tuneye. Herwiha yek ji wan mijarên ku Erdogan jê zêde aciz bûye jî êrîşa PKKê ya li hemberî avahiya Midûriyeta Ewlekariyê ya Cizîrê ye. Ligel vê yekê mijara din ku li rex Erdogan bûye cihê nîqaşê, Ala hevalên nêzîkî xwe li qadên dewletê ên kirîtîk bi cih kiriye. Herwiha temamnebûna biryarnameya midûrên ewlakariyê jî yek ji wan sedeman tê destnîşakirin ku Erdogan destê xwe ji Ala şûştiye. Ya herî giring jî ew e ku waliyên ku bi biryarnameya dawîn hatine tayînkirin gelekê ji wan ji ber endamdiya rêxistina Fetullah Gulen hatine binçavkirin.
Zîver Ozdemîr - Parlamenterê berê yê AK Partiyê, got:"Ne bawerim ku têkiliya Efkan Ala bi rêxistina FETOyê re hebe. Ger tiştekî wisa jî hebe çawa ku polîsek, leşkerek, brokratek, sivîlek yan jî tacîrek muxattab dibe ew jî wê muxattab bibe."
Efgan Ala di serdema Serokwezîriya Erdogan de 6 salan misteşariya wî kiribû. Di heman demê ev sê sali in ku Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bû. Niha ew nîqaş tê kirin ka gelo wê Efgan Ala jî ji doza Fettullah Gulen bê darizandin an na?