Rewş a awarte û bandor a wê li ser çapemenîyê

Li Tirkiyê digel ragihandina Rewşa Awarte gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin, bi hezaran xebatkarên çapemeniyê bêkar man û bi sedan rojnameger jî niha girtîne. Komele û sendîkayên rojnamegeran derbarê vê yekê de raportek amade kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/119b1b53-9b6f-4f91-b629-3ce105ead4d8/BilancoyaRewaaAwarteYaLiSerCapemeniye.ism/manifest

K24- Enqere

Li Tirkiyê digel ragihandina Rewşa Awarte gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin, bi hezaran xebatkarên çapemeniyê bêkar man û bi sedan rojnameger jî niha girtîne. Komele û sendîkayên rojnamegeran derbarê vê yekê de raportek amade kirin.

Rewşa Awarte ku di 20ê Tîrmeha 2016an de hate ragihandin bandora neyînî herî zêde li ser rojnameger û saziyên çapemeniyê kir. Ji ber vê yekê ji aliyê Komeleya Rojnamegeran ve raportek hate amadekirin. Li gorî vê raportê bi Biryarnameyên di Hikmê Yaseyan de yên ku ji ber Rewşa Awarte hatine dayîn; 135 saziyên çapemeniyê hatine girtin, 2 hezar û 300 xebatkarên çapemeniyê jî bêkar manê û herwiha hejmara rojnamegerên girtî jî gihiştiye 107 kesan.

Komeleyên rajanmegeran amaje dikin ku her çiqas hikûmetê hewla darbeya leşkerî rawestandibe jî, beramberî vê yekê darbeyeke li dijî çapemenî û rojnamegaran kiriye. Bi boçûna rayedarên komeleyan di heyama Rewşa Awarte de dîsa wek salên 1980an û salên 1990î herî zêde çapemeniya Kurd zirarên mezin dîtine.

Cem Gurbetoglu - Rêvebirê Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyê, dibêje: "Her hikûmeta ku tê ser kar karê wan yê yekem bêdengkirina çapemeniyê ye. Hikûmeta niha bi dek û dolaban çapemeniyê bêdeng dike. Saziyên çapemeniyê dikire, ev têrê nake rojnameyan digre ev jî têrê nake bi rêyên daraziyê rojnamegerên Kurd û mûxalif dike girtîgehan de. Bila bizanibin ku rastî tu caran di tarîtiyê de namîne."

Li gorî raporta Komeleyên rojamegeran ne darbeya leşkerî ya sala 1960an ne jî di ya 1980an de evqas rojnameger û saziyên çapemeniyê nehatine girtin. Li gorî rêveberê komeleya rojnamegerên Nûjen Turgut Dedeoglu li cîhanê nêzîkî 195 welat hene û di nava wan welatan de Tirkiyê di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 175an de ye û ev rêz her ku diçe bilin dibe.

Turgut Dedeoglu - Rêveberê Komeleya Rojnamegerên Nûjen, dibêje:"Li Tirkiyê Rewşa Awarte bê ragihandin an neyê ragihandin; ji xwe li bajarên bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte ev 40 sale her heye û rojnamegerên Kurd ev bi salan e di Rewşa Awarte de dijîn û tên kuştin. Li Tirkiyê digel damezrandina Komara Tirkiyê heya îro her rojnameger tên kuştin û zextên giran li ser çapemeniyê hene."

Rêveberên komeleyên rojnamegeran rave dikin ku li Tirkiyê her sal û di her heyamên Rewşa Awarte de çewsandina li ser çapemeniyê hebû; lê tu caran wek îsal ewqas girtin, binçavkirin nehatibû kirin. Metirsiya komeleyê ya herî mezin ew e ku ji ber rewşa niha ya aloz Tirkiye ber bi rewşeke hê xirabtir ve biçe.