Rêveberê berê yê ewlekariya Stenbolê hate girtin
Rêveberê berê yê ewlekariya Stenbolê Huseyîn Çapkin, di çarçoveya lêpirsîna rêxistina terorî ya Fethullah Gulen de ku hewla kûtedayê dabû bi biryara dadgehê hat girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberê berê yê ewlekariya Stenbolê Huseyîn Çapkin, di çarçoveya lêpirsîna rêxistina terorî ya Fethulah Gulen de ku hewla kûtedayê dabû bi biryara dadgehê hat girtin.
Huseyîn Çapkin rêvebirê berê yê ewlekariya Stenbolê, di 30'ê Tebaxê de li mala xwe ya li Îzmîrê, li ser biryara dadgeha cezayê ya silhê ya Stenbolê ji ber endamtiya rêxistina çekdarî ya terorî hatibû desteserkirin.
Çapkin, piştre bi biryara dadgehê hat girtin û ket hepsê.
Çapkinê ku di rabirdûyê de parêzgerî kiriye, 4 sal wek rêvebirê ewlekariya Stenbolê kar kir.