Bayik: Ji mafê Kurdan e parastina Rojava bikin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di 24 emîn fîstîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî de, peyamek belav kir û di peyama xwe behsa derbasbûna Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di 24 emîn fîstîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî de, peyamek belav kir û di peyama xwe behsa derbasbûna Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.
Bayik got: “Ew dagîrkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê û Rojava re, li gor rêkeftinekê bû, ku berî niha tevahiya welatên li dijî desrbasûna Tirkiyê ji nava Sûriyê re bûn.
Bayik got: “Ne ji mafê Tirkiyê ye ku derbasî Rojava û Sûriyê bibe, heger hin welat vê yekê wek mafê Tirkiyê dibînin, ji mafê Kurda ye li her çar perçên Kurdistanê bergîriyê di ber axa Rojavayê Kurdistanê de bikin.”
Di beşeke din de Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik got: “Herger welatên rojava naxwazin şer li Rojhilata Navîn mezin bibe, pêwîst e karê xwe yê sereke bikin û Tirkiyê ji Sûriyê derbixin.”
Herwiha Bayik got: “Pêwîst e Tirkiyê destêwerdanê di nava federalîzma ku bakur Sûriyê hatiye ragihandin neke. Heger destêwerdan kir jî, wê demê Kurd li her karekî bikin, jib o parastina wê federalîzm.”