Fûad Masûm bo navbênkariyê gihêşte Silêmaniyê
Endamê Desteya Damizrêner yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku di heman demê de Serokomarî Iraqê ye, Fûad Masûm bo beşdarîkirin wek navbênkar di pirsgirêkên vavxwe yê wê partiyê de ji Bexdayê gihêşte Silêmaniyê. Parlementerekî Iraqê ji fraksyona YNKê jî dibêje, Fûad Masûm nikare rola navbênkariyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, berî bîstekê Fûad Masûm bo beşdarîkirin li çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên YNKê de, gihêşte Silêmaniyê, ji ber ew wek Endamê Desteya Damizrêner yê YNKê dixwaze navbênkariyê di navbera her du aliyên YNKê de bike.
Parlementerê Iraqê Rêzan Dilêr ku ji firaksyona Kesk e, di vê derbarê de ji K24ê re ragihand û got: “Bawer nakim ku Fûad Masûd bandora wî bo nêzîkbûna her du aliyan de hebe, ji ber ku ew bûye Serokomar, pirsgirêk jî di nava Pîlotbîroya YNKê çê bûye. Ji ber ew bi xwe beşeke ji wan pirsgirêkan e.”