Yildirim: Operesyona li Sûriyê dijî DAIŞ û PYDê ye
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Diyarbekirê ragihand, rê nadin ev bajar bibe bajarê PKK û Gulen. Herwiha Yildirim pêdagirî li ser dabînkirina derfetên kar û xizmetguzariyê bo xelkê navçê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Diyarbekirê ragihand, rê nadin ev bajar bibe bajarê PKK û Gulen. Herwiha Yildirim pêdagirî li ser dabînkirina derfetên kar û xizmetguzariyê bo xelkê navçê kir.
Yildirim bi serokatiya şandeke mezin ji hikûmeta Tirkiyê serdana bajarê Diyarbekirê kir, ku komeke paketên aborî radigihîne û dibêje: “Bo xizmetkirinê li vir in û ti kes nihare me ji vî bajarî qedexe bike.”
Yildirim li Diyarbekirê gotarekê pêşkêş kir û got: “Em danûstandinê ligel serokên şaredariyên ku pêwendiyên wan bi terorê hene, nakin.”
Herwiha Yildirim di axaftina xwe de got: “Operesyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyê, li dijî DAIŞ û PYDê ye, her du jî hevşêwe ne û PYD êrîşî Sûriyê dike.”
Di beşeke din de, Serokwezîrê Tirkiyê amaje kir, ku wan gelek alîkariya Kurdê Başûrê Kurdistanê kirine.