Wezareta Dadê: Ti pirsgirêkeke tendirustiya Ocalan tune ye
Rayedarên Wezareta Dadê yên Tirkiyê dan xuyakirin, ti pirsgirêkeke ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKKê Ebdulah Ocalan nînin û îdîayên derbarê wî ji rastiyê dûr in.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Rayedarên Wezareta Dadê yên Tirkiyê dan xuyakirin, ti pirsgirêkeke ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKKê Ebdulah Ocalan nînin û îdîayên derbarê wî ji rastiyê dûr in.
Ajansa “Anadolu” ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ye ragehand, rayedarên Wezareta Dadê didin xuyakirin ku, meha Nîsanê şandeke Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) li Girava Îmralî serdana Ocalan kirine.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdax jî beriya çend rojan dabû xuyakirin, PKK dixwaze rewşa tendirustiya Ocalan bike sedemê nerazîbûna gel û bo armancên xwe bikar tîne.
Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, dabû xuyakirin, şeva derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê li Îmralî pevçûn derketiye û nizanin ka Ocalan sax e yan hatiye kuştin û bang li Serokwezîr kiribû ku, demildest şandeke derbasê Îmralî bibe û derbarê rewşa wî agahî bigre.