Serdanên rayedarên YEyê bo HDPê çawa tên nirxandin?

Di van mehên dawîn de ew serdanên rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bo HDP ku di qada herî rajor dene berdewam dikin. Herî dawîn Serokê Parlamentoya Parlamenterên Konseya Ewropayê Pedro Agramuntserdana HDPê kir. Sedema van serdana HDPyî çawa dinirxînin?

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/82e2afff-5899-4f10-92ef-0d67097c304f/SandeyaEwropaSerdanaHDPKir.ism/manifest

K24 – Enqere

Di van mehên dawîn de ew serdanên rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bo HDP ku di qada herî rajor dene berdewam dikin. Herî dawîn Serokê Parlamentoya Parlamenterên Konseya Ewropayê Pedro Agramuntserdana HDPê kir. Sedema van serdana HDPyî çawa dinirxînin?

Piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê demek dirêj ji Yekîtiya Ewropayê serdanên di qada herî rajor de bo Tirkiyê nehatibûne kirin. Ji ber vê yekê Serokkomar Erdogan rexneyên tund li Yekîtiya Ewropayê digirt. Piştî van reaksiyonan di vê meha borî de hejmara wan serdanan her zêde dibe. Bi taybetî di van serdanên rayedarên Ewropî de ji bilî ên bi hikûmetê re, hevdîtinên ku bi HDPê re têne kirin balê dikişîne.

Di meha Tebexê de pêşî Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland, bişûnde jî Serokê Asambleya Parlamenteran ya Teşkîlata Hevkariyê ya Ewlehiya Ewropayê AGÎTê Christine Muttonen bi HDPê re rûnişt û hevdîtin pêk anî.

Herwiha di çapemeniya Tirkiyê de serdana Wezîrê Karê Derve yê Hollandayê Bert Koenders jî bûbû yek ji wan mijarên nîqaşê. Di demek nêzîk de jî wê Nûnera Bilind ya Polîtîkayên Ewlehiyê ya Karê Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ku di heman demê de wezîra berê ya karê derve ya Îtalyayê bû serdana HDPê bike. Di van serdenan de ev rayedarên Ewropî ligel HDPyîyan kîjan mijaran diaxivin û ji HDPê daxwaza çi dikin?

Rayedar û parlamenterên HDPê bersiva van pirsan didin. Ertugrul Kurk got: "Ji Tirkiye û Kurdistanê re em çi dibêjin heman tiştan ji van şandeyên ku tên û diçin re jî dibêjin. Li ser operasyona Cerablusê Tirkiyê ji DAIŞê wêdetir, li hemberî destkeftiyên Kurdên Rojavayê ye. Tirsa Tirkiyê ya herî mezin ew e ku Kurdên li Rojavayê bibin xwedî statuyekê. Di vê operasyonê de heta niha endamekî DAIŞê ne miriye, lê 50 şervanên Kurd mirine. Şande dema dipirse em van yekan ji wan re rave dikin."

Di serdana Serokê Parlamentoya Parlamenterên Konseya Ewropayê Pedro Agramunt de jî li ser operasyona Cerablûsê, hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê û rola HDPê ya di warê çareseriya kêşeya Kurd ya li Tirkiyê hatiye axivîn.Li gor rayedarên HDPê şandeyên Ewropî ku tên, niha bi tenê li wan guhdarî dikin û dixwazin ku fêrî sedema wan kêşeyan bibin û di warê bîr û boçûnên HDPê de jî xwedî agahî bin.

Cîgirê Hevserokê HDPê yê ji Têkîliyên Derve Hişyar Ozsoy dibêje: "Şande meraqa wê yekê dike ku, ka gelo ev darbe çawa pêk hatiye? Helwesta HDPê ya li hember darbeyî jî giring dibînin. Şande ji operasyonên piştî hewla darbeyê jî bi fikar in. Herwiha bi xem in ku HDP li derveyî prosesa siyasî ya li Tirkiyê tê hiştin. Şandeyên Ewropî ji me, ji bilî rûdanên siyasî yên di nava Tirkiyê de, wan rûdanên li Rojava û operasyona Cerablûsê jî pirsiyar dikin. Em jî bîr û boçûnên xwe rave dikin."

Herwiha HDPyiyan ji Pedro Agramunt re gotiye; hem li bakûrê Tirkiyê û hem jî li nava Tirkiyê, avabûna rêveberiyeke xweser û bi aram ya bi destê Kurdan wê rê li ber şirîkatî û hevkariyeke bihêz veke bi taybetî jî li herêmê. Lê di şûna vê yekê de ger Tirkiye şerê bi Kurdan re bike, hingî ne aramî ne jî bihêzbûna li herêmê mimkûn e.Rayedarên HDPyî di civîna şandeyê de helwesta Erdogan ya siyasî jî wek xetereyekê nirxandine û gotine Erdogan rê li ber wê yekê vedike ku Tirkiye li derve îzole bibe.