Yildirim: Pêwendiya 14 hezar mamosteyan bi PKKê re heye

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, li Bakurê Kurdistanê pêwendiya 14 hezar mamosteyan bi PKK'ê re hatiye diyarkirin û di werzê nû de ewê ji kar bên dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, li Bakurê Kurdistanê pêwendiya 14 hezar mamosteyan bi PKK'ê re hatiye diyarkirin û di werzê nû de ewê ji kar bên dûrxistin.

Yildirim li Diyarbekirê piştî aşkerakirina pakêta Aboriyê bi berpirsên saziyên civaka sivîl re hat ba hev û da xuyakirin, ewê di warê terorê de gavan bi şûv ve neavêjin.

Yildirim got, tê texmînkirin li herêma Bakurê Kurdistanê pêwendiya 14 hezar mamosteyan bi PKKê re hene, lê di dawiya lêpirsînek de ev yek zelal bibe, lê mamosteyên ku gûman liser hene di werzê nû de wê dest bi kar nekin.