Li Qamişlo û Hesekê du teqîn rûdan

Li ser riya Kornêş li Qamişlo û li çarxeriya Merşo ya Hesekê du bombe teqiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser riya Kornêş li Qamişlo û li çarxeriya Merşo ya Hesekê du bombe teqiyan.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, îro danê sibê li ser riya Kornêş ya nava Qamişlo de bombeyeke çandî teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên canî nebûne.

Herwiha peyamnêrê K24ê li Hesekê jî ragihand, li Hesekê li çarxeriya Merşo motoreke bombebar kirî hat teqandin.

Derbarê ziyanên ku wan di teqînê encam daye, het niha ti zanyarî nehatine ragihandin.