Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
Di şer û pevçûnên li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di şer û pevçûnên li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ket. Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, ku di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Ji demekê de li navçeya Çelê li dijî PKKê operasyonên hêzên leşkerî yên Tirkiyê berdewam in, car caran jî firokeyên şerî jî piştgiriya operasyonê dikin.
Herwiha tê zanîn ku şer û pevçûn heta niha berdewam in.