Dawîn baregehê Daişê li parêzgeh a Helebê dê bikeve dest kê?

Çekdar ên Opizistyûnê bi pitîvanî ya Turkîyayê şîyan xîç a sinûr ji Ceablusê heya digehe Îzazê kontirol bikin, ku nêzîkî 91 Kîlometre, bi vê yekê jî Daişê derî yê wê bo cîhan a derve bi temamî hat girtin û niha ber bi Elbab direve ku baregah a dawîyê yê Daişê ye li parêzgeh a Helebê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6a5e764a-a479-4ed9-95c1-e18fc60cb45d/Jarablus-Opizisiyon.ism/manifest

K24- Hewlêr

Çekdar ên Opizistyûnê bi pitîvanî ya Turkîyayê şîyan xîç a sinûr ji Ceablusê heya digehe Îzazê kontirol bikin, ku nêzîkî 91 Kîlometre, bi vê yekê jî Daişê derî yê wê bo cîhan a derve bi temamî hat girtin û niha ber bi Elbab  direve ku baregah a dawîyê yê Daişê ye li parêzgeh a Helebê.

Tirkiyê armanca xwe ya parastina sînorê xwe di gel sûriyê ji Çekdarên Terorîst wek ku ew dibêje pêkanî, ku  çekdarên opizisiyonê bi piştevaniya tirkiyê karîn gundên sînorî yên di navbera çemê sacûr de li rojavayê gundewarê Cerblusê û bajarokê raiyî yê istratîcîk li gundewarê Helebê control biki û bi vê yekê tirkiyê karî ji izaz heta Carablusê wê xeta sînorî ku derdora 91 km control bike û bi control kirina vê xeta sînorî  deriyê daişê jibo cîhana derve hate girtin.

li gor hin pisporan Daiş bergiriyeke bihêz  di ber baregehên xwe yên istratîcîk  de li ser sînorê Tirkiyê nekir, û niha  ber bi babê ve diçe dawî baregeha wê li Parêzgeha Heleb, ku di pilana opizisiyon û tirkiyê de ye piştî girtina xeta sînorî ber bi babe ve jî biçin. 

Armanca tirkiyê ne tenê parastina sînorê wê bû ji çekdarên daişê, lê belê jib o rawestandina ber firehbûna hêzên sûriya demokirat yak u YPG hêza wê ya serekeye.

HSD  ya hevalbend di gel Emerîkayê di şerê li dijî Daişê di vê dema dawî de karî gelek navçeyan li sûriyê û li Rojavayê kurdistanê ji çekdarên Daişê bistîne, ku ev yek bû cihê nerehetiya Tirkiyê bi taybetî jî piştî kontrolkirina bajarokê Minbic.

ji destpêka kirîza li sûriyê, ev yekem care ku  tirkiyê bihêzeke mezin  û dibin navê dijî Daişê derbasî nava sûriyê dibe, ku  berî niha  gelek caran Tirkiyê ji aliyê hin welatên cîhanê ve bi piştenaiya dais û terorê li sûriyê dihat tomet bar kirin, lê niha û li gor pisporan tirkiyê xwest ji cîhanê re bide xweyakirin ku ew jî şerê daişê dike, û daişê   li ser sînorê xwe jinavbir.