Bi armanca radestkirina Gulen şandek çû Amerîkayê
Bi armanca radestkirina Fethulah Gulen, di bin serokatiya Cîgirî Serokê AK Partî Mehdî Eker de şandeke vê partiyê ber bi Amerîkayê bi rê ket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi armanca radestkirina Fethulah Gulen, di bin serokatiya Cîgirî Serokê AK Partî Mehdî Eker de şandeke vê partiyê ber bi Amerîkayê bi rê ket.
Mehdî Eker beriya ku ber bi Amerîkayê bi rê bikeve li firokxaneyê civîneke çapemenî lidar xist û da xuyakirin, heta niha 5 şandên Parlamentoya Tirkiyê li derve hevdîtin kirine û bi navê hikûmetê jî niha Nûman Kurtulmuş li Şîkagoyê ye.
Eker da zanîn, ew wek şanda AK Partî tevî 5 parlamenteran diçin Amerîkayê û hatiye plankirin ku li wê derê 25 hevdîtinan bikin.
Derbarê Armanca serdana xwe de jî Eker da xuyakirin, Piştî hewldana derbeyê, endamên cemaeta Fethulah Gulen li gelek welatan dezenformasyon kirine û ew bo vegotina mafdariya hikûmeta Tirkiyê vê serdanê dikin.