Komarî yên Emerîkayê piştîvanîyê li xebat a Kurd dikin li rojhilat

Rawêjakarek ê Donald Tiramp dibêje: yek ji pilan ên serekî yên wan berengarbûn a Îranê ye.

K24- Hewlêr

Rawêjakarek ê Donald Tiramp dibêje: yek ji pilan ên serekî yên wan berengarbûn a Îranê ye.

Pirofîsor, Welîd Faris, rawêjkar ê sîyaset a derve ya Donald Tiramp, kandîd ê komarî yên Emerîkayê bo hilbijartin ên serokatî ya Emerîkayê, pilan a Tiramp beranber bi Emerîkayê aşkera dike û amaje bi axiftinek a sikirtêr ê giştî yê Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îranê dibîje: Yekêk ji pilan ên Tiramp berengarbûn a Komar a Îslamî ya Îranê ye.

Welîd Faris, di rûpel a xwe ya fermî de di tor ên civakî de, amaje bi axiftin ên Mistefa Hicrî, sikirtêr ê giştî yê Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îranê kirîye û dibêje: Mistefa Hicrî, yek ji serkirde yên Kurd û gotîye ku Kurd li Îranê xwazyar ên otonomî ne di çarçove ya Îranek a dîmukratîçk û fîdaral, wek Kurd ên Îraqê.

Ev rawêjkar ê Donald Tiramp amaje bi wê yekê da ku yek ji pilan ên serekî yên Tiramp berengsrbûn a komar a Îslamî ya Îranê ye.